Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Saûdî Cara Yekê Di Dema Hecê de li Mekkeyê Nobedarîyê Dikin


Hajj 2021

Li Erebîstana Saûdî ji meha Nîsanê vir ve bi dehan jinên Saudî hatine erkdar kirin da ku ewlehîya hecê ya salane, pêk bînên.

Mona jî yek ji wan jinan e ku ji karê bavê xweyê rehmetî sîrûş girtiye û biryar daye ku beşdarî artêşê û koma yekê ya tîma jinên Saudî bibe da ku li cihên herî pîroz yên li Îslamê bixebitin.

Mona ya ku bi cil û bergên xakî yê leşkerî, li Mizgefta Mezin ya Mekkeyê nobedarîyê dike.

Mona ji Ajansa Reutersê li ser karê xwe ya nû axifî lê wê nexwest ku paşnavê xwe eşkere bike Mona got, "Ez gavên bavê xweyê rehmetî dişopînim da ku rêwîtiya xwe temam bikim, li vir li mizgefta Mezin ya Mekkê, cîhê herî pîroz radiwestim. Xizmetkirina ji nimêjkeran re peywirek pir hêja û birûmet e."

Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman wek beşek ji planên nûjenkirina welatê misilman ya kevneperest û zêdekirina veberhênana biyanî jibo reformên civakî û aborî hewl dide.

Di bin nêrexşeya Salman ya reforman de, ku wek 'Vîzyona 2030'an' tê nas kirin, qedexekirina ajotinê ya li ser jinan rakir, destûr da jinên mezin ku bêyî destûra mêran rêwîtiyê bikin û bêtir kontrola wan ya ser mijarên malbatê da jinan.

Lê, di hema demê de tevî nêrexşeya reformên, dijî nerazîbûnên aktîvêstên mafên jinan,binpekirên sereke yên berbiçav jî hate şopandin.

Erebistana Saudî ev du sal in ku jiber pandemîya vîrusa korona serdana hec ya salane bo welatîyên xwe û yên ji derveyî welêt qedexe kir.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG