Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Dest bi Karanîna Vaksîna J&J ya COVID-19 Kir


Hikûmeta Polanya îro Pêncşemê ragihand ku karanîna vaksîna Johnson & Johnson ya COVID-19 destpê kir.

Bepirsê programa vaksînkirinê yê Polandî Michal Dworczyk got ku feydeyên vaksîna Johnson & Johnson ya COVID-19 ji zararên wê pirtir in, loma wan biryara xebitandina wê vaksînê daye.

“Îrp roja yekê ye ku em vaksîna Johnson & Johnson bi kar tînin. Me ti nîşane nedîtine ku ew vaksîn dibe sedema pirsgirêkan û hemwelatî dijî lêdana wê nerazîbûn derdixin,” Dworczyk di preskonferansê de got.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) û Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) roja Sêşemê derheqa vaksîna Johnson & Johnson daxuyanêyeke hevbeş weşandibû û pêşnîyar kir ku karanîna wê vaksînê were sekinandin, piştî ku 6 wergir rûbirûyê hin pirsgirêkên saxlemîyê bûne.

XS
SM
MD
LG