Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Mijdarê de 228 Hezar Karên Nû li Amerîka Zêde Bûn


Wezareta Kar ya Amerîka îro Înê ragihand ku di seranser meha Mijdarê de, 228,000 karên nû li ekonomîya Amerîka zêde bûn.

Raporta mehane ya wezaretê nîşan da ku rêjeya bêkarî, bi îstiqrar di 4.1 ji sedê de ma û hejmara kesên bêkar jî neguherî û wek 6.6 mîlyon ma.

Raport herwiha dide zanîn ku rêjeya bêkarîya dirêjdemî, anku kesên ku biqasî 27 hefte, yan jî pirtir bêkar mane, neguherîye û wek 1.6 mîlyon e.

Li gor raportê, zêdebûnên kar yên di Mijdarê de, herî pir di sektorên profosyonel, hilberîn û sektora saxlemî de pêk hatine.

Ji meha Rêbendanê bir ve rêjeya bêkarî li Amerîka 0.5 ji sedê nizimtir bûye û bêkarîya dirêjdemî jî 275,000 kar kêmtir bûye.

XS
SM
MD
LG