Di nav hemû alozîyên Rojhilata Navîn da Serokê Amerîkayê Joe Biden dê heftîya dihêt serdana herêmê bike. Di vê çarçovê da wî gotarek bo Washington Post nivîsî û têda armancên serdana xwe dîyar kirin.
Wî got: Heftîya dihêt, ez dê biçim Rojhilata Navîn da ku dest bi serdemek nû û hêvîdartir ya hebûna Amerîkayê li vê derê bikim. Ev serdan di demeke girîng da ji bo herêmê çêdibe, û ew dê berjewendiyên girîng yên Amerîkî pêş bixe.
Rojhilata Navîn ya ewletir û yekgirtî ji gelek aliyan ve sûdê dide Amerîkîyan. Rêyên wê yên avê ji bo bazirganiya gerdunî û zincîrên dabînkirinê yên ku em pê ve girêdayî ne girîng in.
Çavkaniyên wê yên enerjiyê ji bo kêmkirina bandora li ser dabînkirina gerdûnî ya şerê Rûsyayê li Ukraynayê girîng in.
Û herêmeke ku bi dîplomasî û hevkariyê li hev dicive - li şûna ku bi pevçûnan ji hev veqete – rê nade tundrewiya ku gefan ser welatê me dike anjî şerên nû yên ku dikarin barên nû deynin ser hêzên leşkerî yên Amerîkî û malbatên wan.
Dûrxistina wê senaryoyê ji bo min pir girîng e. Ez dê dîplomasiyê bi tundî bişopînim bi hevdîtinên rûbirû ji bo gihîştina armancên xwe.
Ez dizanim ku gelek kes hene ku bi biryara min a çûyîna Erebistana Siûdî ne razî ne. Nêrînên min li ser mafên mirovan zelal û demdirêj in, û azadîyên bingehîn her tim di rojevê de ne.
Bê guman di herêmê da hêşta jî gelek kêşe hene: bernama navokî ya Îranê û piştevanîya wan bo komên çekdar, şerê navxweyî yê Sûriyê, krîzên ewlehiya xwarinê ku ji ber şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê dijwartir bûne, komên terorîst hêşta jî li hejmarek welatan çalak in, aloziya siyasî li Iraqê, Lîbya û Lubnanê, û standardên mafên mirovan yên ku li paş piraniya cîhanê mane.
Divê em van hemû pirsgirêkan çareser bikin. Dema ku ez digel rêberên ji seranserê herêmê dicivim, ez dê zelal bikim ku pêşveçûnên di wan mijaran da çi qas girîng in.
Lêre hêvî heye ku Amerîka dikare wan hêvîyan xurt bike bi rengekî ku çi welatek din nikare vê yekê bike. Rêwîtiya min ya heftîya dihêt dê armanca vê xizmet bike.