Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson jiber Rêvebirina Peyvajoya Pêşîgirtina Korona Bin Rexneyan de Ye


Borîs Johnson di preskonferansekê de, li London, Adar 3, 2020

Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson îro Çarşembê jibo ku hikûmeta wî di peyvajoya rêvebirîya krîza vîrusa korona de, neragihandina tevahîya pêzanînên hejmara mirinan, pêkanîna testên hindik an jî peydanekirina alavên bo nexweşxaneyan rû bi rûyê lêpirsînê ma.

Derketina vîrusa korona, ji pandemîya Înfluenzaya sala 1918'an vir ve, krîza saxlemî ya herî xirab e, ku hikûmetên li seranserê cîhanê rû bi rûyê çareserkirina gelên bi fîkar, aborîya cîhanî ya rawestandî û karûbarên tendirustîyên gelek zêde hiştiye.

Johnson di destpêkê de tedbîrên xûrt yên ku serokên din yên Ewrupa ragihandibû nepejirand, lê piştre dema ku pêzanînan nîşan da ku çaryeka mîlyon mirov dikare li Brîtanya bimre, biryara tedbîr û qedexeyan girt.

Lê, ji destpêka tedbîran vir ve, hikûmetê di derbarê sedemên beşdarnebûna bernameya ventilatoran ya ekîtîya Ewrupa de, daxuyanîyên nakok da û pirsgirêkên di mijara peydakirina têr alavên parastinê bo xebatkarên saxlemîyê qabul kir.

"Gava ku em ji vê krîzê derbikevin, bê guman dê hewce be lêpirsînek serbixwe pêk were da ku bi fermî rêvebirandina hikûmetê ya pandemî were nirxandin," Ed Davey, serokê opozîsyona Demokratên Lîberal, di daxuyanîyekê de got.

Johnson di destpêka vê mehê de bi nexweşîya COVID-19 ketibû û li nexweşxaneyê di beşa çavdêrîya krîtîk de mabû û piştre derketibû. Peyvajoya başbûna wî didome lê ew bi rêya telefonan û bi lidarxistina civînan dixebite.

Li Brîtanya rêjeya rastîn ya hejmara mirinên rojane ya jiber vîrusa korona yên ku ji alîyê hikûmetê heya 10'ê Nîsanê hatiye ragihandin % 40 zêdetir e, li gorî daneyên fermî yên ku welat dike nava welatên herî xirabtirîn yên ku jiber vîrusê li Ewrupa bandor dibin.

Pêzanîn herî dawîn ên mirinên nexweşxaneyê nîşan dide ku li serenserê Brîtanya 17,337 kes piştî ku testên vîrusa korona erênî derketîye jîyana xwe hinda kiriye.

Rojnameya Financial Times dibêje analîza daneyên herî dawîn ji Ofîsa Îstatîstîkên Neteweyî (ONS) nîşan daye ku,li Brîtanya vîrusa korona bûye sedema mirina 41,000 kesan.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson roja Çarşembê jibo ku hikûmeta wî di peyvajoya rêvebirîya krîza vîrusa korona de, neragihandina tevahîya pêzanînên hejmara mirinan, pêkanîna testên hindik an jî peydanekirina alavên bo nexweşxaneyan rû bi rûyê lêpirsînê ma.

Derketina vîrusa korona, ji pandemîya zeqema sala 1918'an vir ve, krîza saxlemî ya herî xirab e, ku hikûmetên li seranserê cîhanê rû bi rûyê çareserkirina gelên bi fîkar, aboriya cîhanî ya rawestandî û karûbarên tendirustîyên gelek zêde hiştiye.

Johnson di destpêkê de tedbîrên xûrt yên ku serokên din yên Ewrupa ragihandibû nepejirand, lê piştre dema ku pêzanînan nîşan da ku çaryeka mîlyon mirov dikare li Brîtanya bimre, biryara tedbîr û qedexeyan girt.

Lê, ji destpêka tedbîran vir ve, hikûmetê di derbarê sedemên beşdarnebûna bernameya ventilatoran ya Yekîtîya Ewrupa de, daxuyanîyên nakok da û pirsgirêkên di mijara peydakirina têr alavên parastinê bo xebatkarên saxlemîyê qabul kir.

"Gava ku em ji vê krîzê derkevin, bê guman dê hewce be lêpirsînek serbixwe pêk were da ku bi fermî rêvebirina hikûmetê ya pandemî were nirxandin," Ed Davey, serokê opozîsyona Demokratên Lîberal, di daxuyanîyekê de got.

Johnson di destpêka vê mehê de bi nexweşîya COVID-19 ketibû û li nexweşxaneyê di beşa çavdêrîya krîtîk de mabû û piştre derketibû. Peyvajoya başbûna wî didome lê ew bi rêya telefonan û bi lidarxistina civînan dixebite.

Li Brîtanya rêjeya rastîn ya hejmara mirinên rojane ya jiber vîrusa korona yên ku ji alîyê hikûmetê heya 10'ê Nîsanê hatiye ragihandin % 40 zêdetir e, li gorî daneyên fermî yên ku welat dike nava welatên herî xirabtirîn yên ku jiber vîrusê li Ewrupa bandor dibin.

Pêzanîn herî dawîn ên mirinên nexweşxaneyê nîşan dide ku li serenserê Brîtanya 17,337 kes piştî ku testên vîrusa korona erênî derketîye jîyana xwe hinda kiriye.

Rojnameya Financial Times dibêje analîza daneyên herî dawîn ji Ofîsa Îstatîstîkên Neteweyî (ONS) nîşan daye ku li Brîtanya vîrusa korona bûye sedema mirina 41,000 kesan.

XS
SM
MD
LG