Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson: Em li Bendê Ne ku YE jî Mîna Brîtanya Hin Gavan Biavêje


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bo veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE), ji yekîtîyê re pêşnîyazeke din kir.

Johnson da zanîn ku ger ew pêşnîyaz neyê pejirandin ewê ji YE’ê bê peyman derkevin.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku YE jî mîna hikûmeta Brîtanya ber bi wan ve hin gavan biavêje.

Serokwezîrê Brîtanya got ku ew ne dijî YE’ê ne û bi berdewamî jî dîyar kir ku ‘’Çi dibe bila bibe’’ ewê di 31’ê Cotmehê de ji yekîtîyê derkevin.

Hûrgilîyên pêşnîyaza Johnson hîn tam eşkere nebûne, lê jêderên dîplomatîk didin zanîn ku pêşnîyaza dawî ya Johnson têra lihevkirina Brîtanya û YE’ê nake.

XS
SM
MD
LG