Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Ser Guherina Jingehê Hişyarîyê Dide Rêberên Cîhanê


Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres îro Duşemê bi rêberên cîhanê re bi armanca kêmkirina çêkirina gazên serayê û her wiha fînansa guherina jingehê, civîneke girtî pêk anîn.

Johnson, Amerîka jî di nav de, bang li serokên aborîyên mezin yên cîhanê, kir ku heya hilcivîna jingehê ya NY, sozên dayîna 100 mîlyar dolar diravên bo guherina jingehê bi cîh bînin.

"Pir aborîyên mezin - hin îro li vir amade ne, hin jî tunene - pir li paş dimînin. Ez careke din destnîşan dikim - jibo ku ev serketî bibe, pêdivîye ku em bi welatên pêşketî re, wê 100 mîlyar dolarî bibînin," Johnson got.

Wî ji rojnamevanan re got ku ew hêvîdar e ku Amerîka dê para xwe ya salane ya 100 mîlyar dolarî zêde bike.

Nûnerê jingehê yê Amerîka John Kerry ku beşdarî civînê bû, got ku Washington dê berîya Konferansa Guhertina Jingehê li Glasgow, Skotland ya di navbera 31'ê Cotmehê û 12'ê Mijdarê de, bêtir alîkarîya diravî radest bike.

"Amerîka pir girîng e. "Ewê peyameke girseyî bişîne cîhanê," Johnson got.

Hevdem, wî hefteya borî ji rojnamevanan re gotibû ku "pêdivî ye ku zengila alarmê were lêdan, da ku jibo çareserîya kêmasîyên darayî û adaptasyonê pir werin ava kirin. "

Civîna îro armanc dike ku di hilcivîna NY de encameke erenî derkeve holê,her çiqas raporên vê dawîyê destnîşan dikin ku aborîyên mezin ji armancên xwe yên kêmkirina rêjêyên gazan û fînansa jingehê dûr in.

Amerîka, Çîn, Hindistan, welatên YE û her wiha Costa Rica, Maldives û gelek welatên pêşketî û dahata navîn û welatên din beşdarî civîna îro bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hêvî dike ku ji hin aborîyên mezin xurtkirina armancên kêmkirina gazan û rêkên giheştina armanca 100 mîlyar dolarî, bibîhîze.

Herwiha, Guterres jî ewê givaştinan li ser welatên bexşîner û bankên pêşketinê yên pir alî bike da ku armanca zêdekirina para darayî ya were bi cîh kirin.

NY dibêje ku dirava heyî ya ku jibo çareserîya pirgirêkan û adaptasyonê hatîye veqetandin salê 16,7 mîlyar dolar e, lê lêçûnên adaptasyonê yên texmînkirî yên niha salê dora 70 mîlyar dolarî ye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG