Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson: Em Naxwazin li Seranserê Welêt Karantîna Giştî Ragihînin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bal kişand ser zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona û dîyar kir ku ew naxwazin li seranserê welêt karantîneke giştî ragihînin.

Johnson ji Sky Newsê re da zanîn ku divê hikûmeta wan bo kêmkirina pêketinên vîrusa korona kêmtir bike, pirtir bixebite.

‘’Em bo vê şewbê naxwazin cara duduyan karantîneke giştî ranegihînin. Em dîbinin ku pêla duyê ya şewbê hatiye welêt. Her ku şewb belav bibe elbet divê em pirtir tedbîran ragihînin.’’ Johnson got.

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock jî got ku karantîna giştî xeta wan ya dawî ye û ew naxwazin biryareke wisa bistînin.

Matt Hancock da zanîn ku ew qebûl dikin ku pêketinên nû yên vîrusa korona zêde bûne û divê ew li gor wê bi tedbîr tevbigerin.

Li Brîtanya di 24 saetên dawî de pirtir ji 4300 pêketinên nû yên vîrusa korona hatibûn tespît kirin.

Vîrusa korona li Brîtanya heta niha ketiye canê bi qasî 386 hezar kesan û 41732 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG