Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Eşkerebûna Hejmarên Bilind yên Mirinên ji Korona, Rexneyên Dijî Johnson Zêde Dibin


Ofîsa Îstatîstîkên Netewî (ONS) ya Brîtanî ragihand ku hejmara mirinên ji COVID-19 ji 38,000 borî û ew welat di hejmara mirinan de welatê yekê ya hemî Ewrupa ye.

ONS dide zanîn ku heta 3'ê Gulanê to 38,289 mirinên fermî yên bi sedema korona li Îngîltere û Wales (Galler) hatine tomar kirin.

Bi hejmarên ku derketine pêş, Brîtanya dibe yek jî wan welatan ku zararên herî xirab ji vîrusa korona dîtine ku heta niha pirtir ji 285,000 kes li cîhanê kuştine.

Pêzanînên nû yên ONS di vê demê de tên ku rexneyên hember Serokwezîrê Boris Johnson jî zêde dibin ku nekarîye krîza belavbûna korona bi rekûpekî bi rêve bibira.

Johson roja Duşemê plana hikûmeta xwe ji bîragiştî re eşkere kiribû ku Brîtanya gav bi gave vegerîne asta normal.

Partîyên opozîsyonê, piştî eşkerekirina hejmarên nû yên mirinên ji koronayê, rexneyên xwe zêdetir dikin ku Johnson di bersîvdana belavbûna vîrusa koronayê de pir dereng ma.

Partîyên rikeber Johnson bi tundî rexne dikin ku biryara qedexeya derketinê pir dereng hate dayîn, testkirina girseyî di demê de nehatin kirin û ji nexweşxaneyan re bi têra xwe mask û alavên din yên parastinê nehatin şandin.

XS
SM
MD
LG