Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson li Luksemburgê Beşdarî Preskonferansa Hevpar Nebû


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel re derneket preskonferansa hevpar.

Xwepêşandanerên li hember Brexitê dijî Boris Johnson slogan gotin.

Bettel di axaftina xwe de dîyar kir ku Brîtanya tenê dixwaza bêpeyman ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkeve û wekî din ti alternatîfan nabêje.

‘’YE’ê wek zarokekî nehs nîşan nedin’’ Bettel got.

Johnson dide zanîn ku Brîtanya dê bi her awayî di 31’ê Cotmehê de ji YE’ê derkeve.

Bettel bi bîr xist ku dem hindik maye û got ku ‘’divê li şûna axaftinê tevger hebe.’’

Johnson ji hin rojnamevanan re da zanîn ku ew ji ber ‘’dengê zêde’’ beşdarî preskonferansê nebûye.

XS
SM
MD
LG