Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîre Brîtanya Boris Johnson dê sibê Pêncşemê serdana Polonya bike.
Reutersê ji zarê Berdevikê Wezareta Derve ya Polonya ragihand ku Johnson dê bi karbidestên wî welatî re ser girjîya di navbera Ukrayna û Rûsya de biaxife.
Johnson dê bi Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki re serdana leşkerên Brîtanî yên li wî welatî bike.
Ew dê piştre bi Serokomarê Polonya Andrzej Duda re jî hevdîtinekê çêke.
Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Ben Wallace pêr Duşemê gotibû ku ewê 350 leşkerên din bişînin Polonya.
Brîtanya par bo kêşeya koçberan ya li sînorê Belarûsê 100 leşker şandibûn Polonya.