Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Dibêje Kiryarên Rûsya Tawanên Cengê Ne


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku kiryarên Serokê Rûsya Vladimir Putin yên dijî Ukrayna tawanên cengê ne.

Dozgerîya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî roja Duşemê dabû zanîn ku bo ew dest bi lêkolîna îdiayên ser tawanên cengê yên li Ukrayna bike, ewê ji dadgehê erêkirinê bixwaze.

Johnson li parlamanê dîyar kir ku ‘’rejîma Vladimir Putin li Ukrayna êrîşî sîvîlên bêguneh dike’’ û da zanîn ku ew bi xwe tawanên cengê ne.

Dagikirina Rûsya hefteya borî destpê kir û ji wê çaxê vir ve bi sedan kes hatine kuştin û bi sed hezaran Ukraynî koçber bûne.


Êrîşên herî zêde li Kharkiv çêbûn ku nifûsa wî bajarî 1,5 mîlyon e.

Johnson da zanîn ku êrîşên dijî Kharkivê, êrîşên dijî Sarajevo yên salên 1990î anîne bîra wî.

XS
SM
MD
LG