Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson: Kesên ku Dijberîya Vaksînan Dikin Dîn In


Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson îro Înê got ku “kesên dijberîya vaksînan dikin, dîn in.”

Johnson, wek bersîva pirsekê ku ew derheqa kempeyna bi navê “dijberên perpûnan” çi difikire, got ku kesên wiha dîn in.

Serokwezîrê Brîtanî ew gotinên xwe li navendeke saxlemî ya li Londonê kirin, dema wî armanc dikir ku piştgirîya vaksînkirinê ya berî hatina zivistanê bike.

Tevgera dijberîya vaksînan piştî nivîsareke ji alîyê Andrew Wakefield ku di kovara Lancet ya bijîşkî de hatibû weşandin, xurt bûbû.

Wakefield îdia kiribû ku derzikirina zarokan dibe sedema hin nexweşîyan, lê dû re ew nivîs ji kovarê hatibû derxistin û ew ji destûrnameya xwe doktorî hinda kiribû.

XS
SM
MD
LG