Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jon Huntsman ji Pêşbazîya Berbijarîya Komarî Vekêşa


Jon Huntsman û hevjîna wî Mary aye Huntsman
Jon Huntsman û hevjîna wî Mary aye Huntsman

Balyozê berê yê Amerîkî li Çînê Jon Huntsman ji kêbirkeya berbijarîya Partîya Komarî vekêşa û dîyar ku ew dê piştgirîya Mitt Romney bike.

Huntsman li eyaleta South Carolina kempeyna xwe rêve dibir ku li dijî Serok Obama yê Demokrat bibe berbijarê Komarîyan. Lê, pirsnameyên vê dawîyê nîşan dida ku piştgirîya jibo Hunstman hindiktir dibe. Loma jî, Jon Hunstman biryar da ku dawî li kempeyna xwe bîne.

Huntsman di axaftina xwe de dîyar kir ku tevî cûdabirîyên wî, Mitt Romney berbijarê herî baş e ku bikaribe li hember Serok Obama bisekine.

Xencî Romney, hîn jî 4 berbijarên Komarî hene ku tekoşînên xwe didomînin: Endamê Kongresê yê Teksasê Ron Paul, Walîyê Teksasê Rick Perry, Senatorê berê yê Pennsylvania Rick Santorum û Serokê Berê yê Civata Nûneran Newt Gingrich.

XS
SM
MD
LG