Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gundên Hirbil û Omhoş li Herêma Şehba ji DAIŞ’ê Hatin Rizgar Kirin


Di şerekî dijwar ya navbera Ceyş El-Suwar a girêdayî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û DAIŞ de ku nîvê şevê destpê kir û heya niha berdewam e, gundên Hirbil û Omhoş yên herêma Şehba ketin bin kontrola Ceyş El-Suwar.

Li gor jêderên meydanî ku jiber alozîya şer nexwestin daxuyanîyan bidin 12 termên çekdarên DAIŞ’ê ketin destê şervanên Ceyş el-Suwar û heta niha şer berdewam e.

Hate ragihadin ku hejmarek ji welatîyan jiber şer ber bi herêmên aram yên wek Ehres, Kefir Nasêh direvin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:47 0:00

XS
SM
MD
LG