Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Julian Castro Dawî li Kempeyna Seroktîya Anî


Julian Castro, yek ji berbjarên Demokrat yên jibo hilbijartinên seroktîya Amerîka, îro Pêncşemê ragihand ku ew dawî li namzetîyê tîne.

“Ez giheştim vê nêrînê ku ev ne dema me ye. Îro bi dilekî xemgîn û bi sipasdarîya xwe radigihînim ku ezê kempeyna xwe ya seroktîyê bisekînînim.”

Castro di peyama xwe de got ku şerê w hîn bi dawî nehatiye, lê wî zelal nekir ku planên wî yên sibêroja nêzîk çi ne.

“Ezê bi berdewamî jibo avakirina welatekî bixebitim ku herkes girîng e û hekes xwedîyê karekî baş, xizmetên hêja yên saxlemîyê û cîhekî ewle yê jîyînê be.”

Castro ku teka berbijarê Latîno bû berê di kabîneya Serok Barack Obama de wezîrtî kiribû û herwiha wek bajarvanîya San Antonio kiribû.

Ew, di nava Partîya Demokrat de wek dengekî pêşverû dihat nasîn û vekişîna wî ji kêbirkeya seroktîyê de wek serwerîya Sipîyan di nav Partîya Demokratan de tê dîtin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG