Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Serxwebûna Amerîka ye


Amerîka îro Pêncşemê Roja Serxwebûnê pîroz dike. 4'ê Tîrmehê salvegera 237an ya Ragihandina Serxebûna Amerîkî yê ji bin desthilata Brîtanî.

Hemwelatîyên Amerîkî di vê rojê de bi rêdeçûn, seyran, konsert û nîşandanên curbicur vê rojê pîroz dikin û abi alên Amerîkî xanîyên xwe û kolanan welêt dixemlînin.

Li bajarê New York Peykera Azadî ku sembola azadî û demokrasî ye jinûve vedibe, piştî Barova Sandy (Hurricane Sandy) zîyaneke mezin gîhandibû wê giravê ku peyker lê cîh digire.

Li paytaxt Washingtonê jî pîrozbahîya salane ya 4'ê Tîrmehê ya te kirin. Di pîrozbahîyê de ku di navbera Kongres û Qesra Spî de pêk were, stranvan Barry Manilow jî konsertekî pêşkêş bike.

Di pîrozbahîyê de herwiha fîşekên esmanî jî wê bêne avêtin.
XS
SM
MD
LG