Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Serxwebûna Amerîka ye


Joe biden di pîrozbahîya roja Serxwebpnê de xwane dibe
Joe biden di pîrozbahîya roja Serxwebpnê de xwane dibe

Amerîka îro Înê “Roja Serxwebûnê” pîroz dike. 4'ê Tîrmehê salvegera 238’an ya Ragihandina Serxebûna Amerîkî yê ji bin desthilata Brîtanî.

Hemwelatîyên Amerîkî di vê rojê de bi rêdeçûn, seyran, konsert û nîşandanên curbicur vê rojê pîroz dikin û bi alên Amerîkî xanîyên xwe û kolanan welêt dixemlînin.

Li paytaxt Washington jî pîrozbahîya salane ya 4'ê Tîrmehê, bi tevlîbûna şenîyeke mezin te kirin.

Di pîrozbahîyê de, ku di navbera Kongres û Qesra Spî de pêk were, ragihandina serxwebûnê wê wek şano, bi zindîkirina Thomas Jefferson, Benjamin Franklin û John Adams, ji beşdarvanan re were nîşandan.

Di pîrozbahîya îro de herwiha fîşekên esmanî têne avêtin û stranvanên navdar jî konsert pêşkêş dikin.

XS
SM
MD
LG