Dadwerê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkî, Stephen Breyer îro bi fermî Serokê Amerîka Joe biden agahdar kir ku ewê di dawîya gera xwe de dest ji kar berde.
Breyer di nameya xwe de got ku ew dixwaze ku berî dest ji kar berde bizane ku Serok Biden wê kê li şûna wî destnîşan bike.
Biden pir caran dîyar kiribû ku ew dixwaze jineke reş li posta dadwerîya dadgeha herî bilind ya Amerîkî bike jiber ku di dîroka Amerîka de heta niha ti jina reş di wê dadgehê de cîh negirtiye.
Hevkarên me Hêro Zengene û Sîrwan Qiço vê mijarê dinirxînin.