Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Justin Trudeau: Li Gorî Delîlan Îranê firoka Ukraynî bi Muşekê bi Şaşîtî Xistiye



Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau îdia kir li gorî delîlên bi dest xistine Îranê bi şaşitî firoka Ukraynî anîye xwarê.

Trudeau li Ottawa pres konferansek da û destnîşan kir agahîyên ku ji çavkaniyên cuda di destê wan de hene. Delîlên heyî eşkere dike ku firoke bi mûşekek îranî ku ji erdê hatîye avêtin ketîye xwarê. Dibe ku îranê bi şaşî kiribe. Lê li gorî vê delîla nû divê ku lêpirsîneke berfireh were kirin" got Serokwezîrê Kanadayê.

Wezîrê Derve yê Ukraynî Vadym Prystaiko ragihandibû ku 82 qurbanî Îranî, 63 Kanadî, 11 Ukraynî, 10 Swêdî, 3 Alman û 3 jî Brîtanî bûn.

Li gorî medyaya Kurdî di nav 63 welatîyên Kanadî 12 kes Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

îran li dijî îdiayan derdikeve û dibêje ev îdia beşek ji şerê psîkolojîk e.

XS
SM
MD
LG