Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Sarmaşik Rastî Dijwarîyên Giran Tê


Serokê Komela Sarmaşik'ê Dr. Selçuk Mizrakli bi Bajarvanê Dîyarbakirê Osman Baydemîr û Parlamenterê heman bajarê Galîp Ensarîoglu re di civîna ragihandinê da xwane dibe.

Dozgerîya Taybet ya Dîyarbekirê di derheqa nûner û endamên Komela Sarmaşik'ê ya ku jibo alîkarîya feqîr û xizanan bike hatîye avakirin, di çarçoveya doza KCK’ê de lêpirsîn da destpê kirin. Her wiha Wîlayeta Dîyarbekirê jî jibo kampeyna alîkarîyên erdheja Wanê cezayê pere li komeleyê birî.

Serokê Giştî yê Sarmaşik'ê Selçuk Mizrakli li ser van astengîyan civîneke çapemenîyê lidar xist û da zanîn ku di çarçove xebatên Komeleyê de Banqa Erzaqan hatîye vekirin û got 4 hezar û 500 malbat yanî nêzîkê 20 hezar kesên xizan û feqîr tenê bi van alîkarîyan dijîn. Doktor Mizrakli got, niha alîkarîya 7 hezar û 400 dilsozî ji feqîran re erzak tê şandin.

Serokê Giştî yê Komela Sarmaşik'ê Dr.Selçuk Mizrakli ragihand ku komeleya wan di bin zext û astengîyên Walîtîya Dîyarbekirê û Dozgerê Tayabet yê Doza KCK’ê de ye.

Parlamenterê Dîyarbekirê yê ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Galîp Ensarîoğlu jî destnîşan kir ku ew piştgirîyê didin kar û xebatên komeleyê. Parlamenterê Dîyarbekirê got, bajarê Dîyarbekir'ê bi salan bu warê koçberîyê û ev rewş bi xwe re feqîrîyek jî anî bajêr û destnîşan kir ku li dijî xizanîyê xebatên Komeleya Sarmaşik'ê pir girîng e. Birêz Ensarîoglu got, ne rast e ku li gorî bawerîyên xebatkaran, kar û xebatên komeleyê were nîrxandin.

Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî zextên li ser komelê şermezar kir û got Sarmaşik'ê ne tenê li hemberî xizanîyê, di heman demê da li dijî birçîbûnê jî tekoşînê dike. Osman Baydemîr got, çawa ku tu eleqeya Komela Sarmaşik'ê û Komela Deniz Fenerî'yê hevre tuneye, wusa eleqa Sarmaşikê û KCK’ê jî bi hevre tuneye.

Kerem kin bi lînka “Guhdarîkirin” a jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG