Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamala Harris jiber COVID-19 Kempeyna Rûbirû Dicemidîne


Kempeyna Boe Biden îro Pêncşemê ragihand ku testa COVID-19 ya karmendekî berbijara cîgirtîya serok Kamala Harris pozîtîf derket û loma wê hemî programên xwe heta Yekşemê betal kirin.

Rêvebirîya kempeynê bi daxuyanîyekê ragihand ku biryara betalkirina programa wek pêngaveke pêşîgir û parastinê hate dayîn.

Li fgor daxuyanîyê testa Harrisê ya Çarşemê negatîf derketiye û li ber e ew îro careke din were test kirin.

Harris hazirî dikir ku îro istana North Carolina derkeve pêş hilbijeran ku qadeke dijwar ya şerê navbera her du partîyan e.

XS
SM
MD
LG