Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîn li Kabul 3 Kuştî û 22 Birîndar


Arşîv

Li Kabul paytexta Afgansitanê dema aheng dihat encamdan li nêzîk avahiyê hikûmetê ku berpirsên di asta bilind û Serokwezîr Abdulah Abdulah li wir bûn peqîn pêkat, di encama peqînê de 3 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.

Di tomarên videoyî de dema di weşana zindî ya Televizyonê de peqîn derdikeve, di heman demê de serokê berê yê parlamena Afganistnaê Mohamed Yunis Qanunî dibêje "ewlekarîyê bipawrêzin ciyê peqînê ji vêderê dure".

Piştî demek kurt ji peqîna yekê dengê peqîna duyan jî tê û gulebarandin destpê dike, ev bo sedema ku herkes ji ciyê bûyerê bireve.

Ahenga ku di dema wê de peqîn pêkhat, bo bîranîna 24an ya mirina Abid Al Alî Mazarî rêberê kemaniyên "Hazare" yên Şîa li Afganistanê hat bû rêxistin.

Di bîranînê de serokê niha yê Afganistanê û serokê berê Hamid Karazay jî di beşdar bûn.

Berdevkê karbirêvebir yê wezareta navxwe ya Afgansitanê Nisrat Rahîmî di daxûyaniyekê de ragihand ku bo rojnamevanan hatbû hinartin dibêje"nêzî demjimêr 12:00 nîvro ciyê ahenga taziya Abid Al Alî Mazarî rastî êrîşa hawenan hat".

Daxûyanî dibêje "Polîsan kesê sereke yê berpirs ji êrîşê binçav kirîye. Wî navê hind tawanbarên din daye, ewê bihên girtin", daxûyanî dide zanîn ku top hawenên hatine avêtin dur bûn ji ciyê ahengê.

Ev êrîş pêkat di dema ku Amerîka û berpirsên hikûmeta Afganistanê di danûstendinan dane li gel tevgera Talîban. Her tim li Afganistanê êrîş pêk tên, piraniya wan ji aliyê endamên rêxistina DAIŞê ve tên kirin û wan êrîşan digirin ser xwe.

XS
SM
MD
LG