Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de Herî Kêm 6 Kes li Kabulê Hatine Kuştin


Polîsên Afganî ragihand ku di peqîna bombeyeke xwekujî de, herî kêm 6 hêzên ewlekarîyê li Kabulê hatine kuştin.

Karbidestên Afganî da zanîn ku di peqîna nêzî akademîya perwerdeya leşkerî de 16 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta navxweyî ya Afganistanê piştrast kir ku êrîş li dergeha Zanîngeha Berevanî ya Mareşal Fehîm ya paytext qewimî, lê ti hûrgilîyên din neda.

Hêjayî balkişandinê ye ku di êrîşên dawî de bi dehan kes hatine kuştin ku di nav wan de zanayên olî jî hene.

XS
SM
MD
LG