Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî ya Ser Nexweşxaneyekê de Kuştî û Birîndar li Kabûlê Hene


Karbidestên Afganî got ku çekdaran îro Sêşemê êrîşî ser nexweşxaneyekê li paytexta Afganîstanê Kabulê kirin û bi kêmî ve 8 kes kuştin.

Karbidestan dîyar kir ku ew nexweşxaneya dayikbûnê ji alîyê rêxistina mirovahîyê, Doktorên Bê Sînor (MSF) ve dihat rêvebirin.

Berpirsekî wezareta navxweyî got ku di êrîşa ser Nexweşxaneya Deşt-Barşî de, jimareke kes birîndar bûn û bi dehan kes jî ji cîhê bûyerê hatine veguhastin.

Karbidestên hikûmetê got ku hinek mirov li nexweşxaneyê asê mane û piştî ku bi kêmî ve 3 êrîşkar bi kincên polîsan ketin hindurê avahîyê, narincûk avêtin û gulebaran kirin, çend bizişk derbazî avahîya rex bûn.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê nedaye ser xwe, lê Talîban dibêje peywendîya wê bi êrîşê tuneye.

Berdevikê wezareta navxweyî Tariq Aryan ragihand ku hêzên ewlehîyê li dijî êrîşê dixebitin û jin û zarok jî di nav de, 80 kes ji nexweşxanê hatine derxistin.

Aryan got ku hêzên ewlehîyê li êrîşkarek xistiye, lê pevçûn berdewam in.

Cîgirê wezîrê saxlemîyê Wahîd Mejruh jî got ku zarok jî di nav de, 8 kes birîndar bûne û wan ew birîndar rakirine nexweşxaneyên din.

XS
SM
MD
LG