Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Peqînan Kabulê Hejand Berpirsê Polîsan di Nava Kuştiyan De Ye


Peqînên li Kabul

Çar teqînan roja Çarşemê paytextê Afganistanê hejand, du kes kuştin, serokekê polîsan jî di nav da bû ku wî hewil dida bêewlehîya bajêrê ku hema hema bi kuştinên rojane tê zanîn bişkîne.

"Li dû sê êrişên terorîstî li Kabulê wê sibê, Mohammadzai Kochai, serokê polîsê navçeya pênc ya Kabulê digel parêzvanê xwe hate şehît kirin". Peyvdarê wezareta navxwe Tariq Arian got.

Wî herwiha da zanîn ku sê kesên din jî birîndar bûne. Paşî teqînek cûda nêzîkî Hotel Serena ya navnetewî li otomobîlekê ket her çend peyvdarekî polîsan got ti mirî çênebûne.

Navçeya pênc, ku Kochai lê bû, navendek veguhastinê ye di navbera paytext Kabul û parêzgehên başûrê Afganistanê de, ku gelek ji wan ji alîyê Talîbanê ve têne kontrol kirin. Kochai di mehên dawî de xwestibû ku li astên bilind yên bêewlehîya li navçeyê têkbibe.

Talîbanê yekser bersiv neda daxwazên jibo ser êrîşan şîrove bikin. Herwiha Talîban tevlêbûna pêla dawî ya kuştinên hedef kirî ku hikûmet û gelek hêzên biyanî wan tawanbar dikin red dike.

Hema hema rojane bi bombeyên piçûk, magnetîkî yên binê wesayîtan ve girêdayî êrişên mirinê dikin, alavên teqemenîyê li rex rêkan û gulebarandin karbidest, çalakvan û rojnamevanên Afganî ditirsîne.

Êriş piranî li navendên bajaran têne kirin û di dema hevdîtinên dirêj yên aştîyê li Doha di navbera mîlîtanên Talîbanê û hikûmeta Afganî da çêdibin.

Karbidest dibêjin gotûbêj bi piranî rawestîyane jiber ku rêveberîya Serokê Welatên Yekgirtî Joe Biden proseya aştîyê ber çavan derbas dike, di nav da peymana vekişîna leşkerî ku Washingtonê di bin Serokê berê Donald Trumpî da îmze kirî heye.

XS
SM
MD
LG