Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Roketî de 3 Kes li Kabulê Birîndar Bûn


Wêneya arşîvê ji peqîneke li Kabulê
Wêneya arşîvê ji peqîneke li Kabulê

Karbidestên Afganî radigihînin ku îro Sêşemê jimareke roket ketin nav taxên sîvîlan ya paytaxt Kabulê û bi kêmî ve sê kes birîndar kirin.

Jêderên xwecîhî ragihand ku peqîneke din jî hate bihîstin, lê eşkere nebû ku sedema wê çi ye û ew pewîn li ku çêbû.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşan negit ser xwe, lê du roj berê jî 16 kes di êrîşeke xwekujî de li nêzî firîngeha Kabulê hatibûn kuştin, 60 kesên din jî birîndar bûbûn.

Êrîş çend demjimêr piştî ku cîgirê yekê yê serokê Afganî Raşîd Dostum ji Tirkîyê vegerîbû welêt, qewimîbû.

XS
SM
MD
LG