Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervaneke Kurd ya Berê Dibe Kilîta Mayîna Hikûmeta Swêdê


Emîne Kakabaveh
Emîne Kakabaveh

Hikûmeta Swêdê dê roja Sêşemê ji dengdana vekişandina bawerîyê rizgar bibe, bi alîkariya qanûndanereke ku garantî xwest ku Swêd piştgirîyê bide Kurdên Bakurê Sûriyê tevî redkirina Tirkiyê ya ku rê li ber hewldana Swêdê ji bo endamtiya NATOyê digire.

Parlamentera serbixwe Emîne Kakabaveh ku bi eslê xwe Kurda Îranê ye, diyar kir ku ew ê xwe ji dengdanê dûr bixe li dor pêşniyaza opozisyona navendî ya rastgir li dijî Wezîrê Dadê Morgan Johansson ya girêdayî zêdebûna sûcên komên çete.

Bêyî dengê Kakabaveh, vekişandina baweriyê roja Sêşemê tê pêşbînîkirin ku tenê piştgiriya 174 parlementeran werbigire, ku bi dengekî ji 175 parlementeran kêmtir e.

Kakabaveh ji dezgeha medyayî ya giştî SVT re got: "Ez gihîştime wê encamê ku ez ê dengê xwe nedim."

Serokwezîr Magdalena Andersson got ku heger deng li dijî wezîrê wê were dayîn dê hukûmeta wê ya kêmaniya Sosyal Demokrat dest ji kar vekişîne.

Dengdan di demeke hestiyar ya danûstandinên bi Tirkiyê re tê, bi hêviya ku Swêd û Fînlandayê tevlî hevalbendiya leşkerî ya NATOyê bibin ji bo bihêzkirina ewlehiyê piştî şerê Rûsyayê li Ukraynayê.

Tirkiyê her du welatên bakûrî tawanbar dike ku kesên girêdayî komên ku ew terorîst dihesibînin dihewîne.

Kakabaveh, ku bi xwe pêşmergeyeke berê yê Kurd e, roja Înê ji Reutersê re got ku ew dê alîkariya hikûmetê bike eger ew piştrast bike ku "em piştgirîya Kurdan dikin û kesên ji wan rêxistinên ku tên Swêdê ne terorîst in".

Kakabaveh berê Andersson di meha Mijdarê de rizgar kir dema ku yekem serokwezîra jin a Swêdê neçar ma ku demek kurt dest ji kar vekişîne piştî tenê rojekê li ser kar.

Andersson wê demê soz da ku Swêd dê hevkariya xwe bi Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê re, ku komeke kurdî ye, kûrtir bike. Tirkiyê wê partiyê weke beşek ji PKK'ê dibîne ku Swêd wê weke rêxistineke terorîst bi nav dike.

PKK ji sala 1984an vir ve li Tirkiyê serhildanek dike û di encamê de zêdetirî 40 hezar kes hatin kuştin.

Swêd nabîne ku partiya Sûrî, yan çend komên din ên kurdî, beşek ji PKKê ne. Sosyaldemokratên Andersson wê demê gotibûn ku "nayê qebûlkirin" ku alîgirên partiya Sûrî wek terorîst bên dîtin. Sekreterê partiya Sosyaldemokrat Tobias Baudin roja Sêşemê ji ajansa nûçeyan TT re got, "Peymana ku ji Mijdara sala borî ve ye hîn jî li dar e."

Li Swêdê di meha Îlonê de hilbijartina giştî tê kirin. Partiyên opozisyonê yên navendî yên rastgir ên Swêdê xwestin Johansson ji kar derxînin ji ber ku nekariye sûcê çeteyan ku di salên dawî de bûye sedema pêleke gulebaran û kuştinan.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG