Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Kamala Harris ji Berbijarîya Xwe ya bo Seroktîya Amerîka Eşkere Kir


Senatora Demokrat Kamala Harris ya Kalîfornîya îro Duşemê ragihand ku ew bo berbijarîya Partîya Demokrat ya seroktîya Amerîka dibe berbijar.

Harris ku wek rexnegira tund ya sîyaseta Serokê Amerîka Donald Trump ya derbarê peneberî ye, di nav partîya xwe de wel stêrkeke nû tê dîtin.

Harris 54 salî ye û qîza koçberên ji Jamaîka û Hîndistanê ye û berê jî wek dozgera eyaleta Kalîfornîya xebitîbû û deng vedabû.

Pispor dibêjin ku di hilbijartinên berbijarîya Partîya Demokrat de şansa Harris pir e jiber ku bingeha wê partîyê wek Harris cihêrengî ye.

“Ez hem di rêvebirîya xwecîhî, hem di ya eyaletî û hem jî di asta federal de xebitîme û ew jî serborîyeke xurt dide min,” Harris îro di bernameya “Good Morning America” ya televîzyona ABD de got

Hêjayî balkişandinê ye ku Harris namzetîya xwe di Roja Martin Kuther King de eşkere kir ku wek sembola têkoşîna Amerîkîyên Reş ya dijî newekhevîya civakî tê dîtin.

Ian Sams, berdevikê kempeyna Harris li ser Twitterê got ku di nav 30 deqeyên pêşîn ya eşkerekirina berbijarî de, Harris ji piştgirên ji hemî 50 eyaletan pişgirîya diravî wergirt.

XS
SM
MD
LG