Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kambodya jibo Çend Welatan Qedexeya Rêwîtîyê Ragihand


Wezîrê Saxlemî yê Kambodya Mam Bunheng
Wezîrê Saxlemî yê Kambodya Mam Bunheng

Wezareta Saxlêmî ya Kambodya (Kamboçya) îro Çarşemê ragihand ku bi armanca rawestandina belavbûna vîrusa korona hatina kesên ji Îran, Îtalya, Almanya, Îspanya, Fransa û Amerîka hatiye qedexe kirin.

Wezaretê dazanîn ku mêvanên biyanî dema ku werin Kambodya ye divê belgeyek ne kevntirê ji 72 demjimêran nîşan bidin da ku piştrast bikin ew ne pêketîynên vîrusa koronayê ne û xwedîyê bîma saxlêmî ya bi 50,000 $'an ne.

Herwiha piştî gêhiştinê rewî dê bo 14 rojan li cîhê ku hukûmetê diyariyarkirî yê de, di bin karantînayê de bimînin û testa vîrusa korona pêk bînin, di daxuyaniyek wezaretê de hat ragihandin, lê cîh nehat destnîşan kirin.

"Tevahîya rêwîyan, hem Kambodyayî û hem jî kesên biyanî, ku tên Kambodyayê, divê qabul bikin ku li navendên pêk anîna testên COVID-19 bimînin heta ku encamên ji laboratûara Pasteur were," wezîrê saxlemîyê Mam Bunheng di daxuyaniyekê de got.

Wezareta Saxlemîyê roja Şemîyê gotibû ku nexweşê dawî yê bi vîrusa korona baş bûye û ji nexweşxaneyê derketiye, û li wî welatî ti bûyerên pêketina vîrusê nemaye.

Kambodya heta niha 122 bûyerên vîrusa korona ku dibe sedema nexweşîya COVID-19 ragihandine û da zanîye ku jiber vê nexweşîyê ti mirin pêk nehatiye.

Vîrusa korona li Çînê derketibû û li seranserê cîhanê belav bûbû û bû sedema nexweşbûna pirtir ji 4,5 mîlyon kesan û kuştina nêzî 300,000 kesan.

XS
SM
MD
LG