Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên li Mexmurî Dibêjin ku Piştî Êrîşa Hewlêrê Jîyana Wan Dijwartir Bûye


Penaberên li nêzî kampeke Mexmurê
Penaberên li nêzî kampeke Mexmurê

Polat Bozan berpirsê ragihandina Kampa Rustem Cûdî li Mexmûrê, ku taybetî penaberên Kurdên Bakur lê dimînin, ji Dengê Amerîka re got ku piştî bûyera Hewlêrê jîyana wan dijwartir bûye.

“Piştî êrîşa Hewlêrê, dema gelê kampê diçin ser karên xwe li Hewlêrê nexweşî û pirsgirêk ji wan re çêdibin. Nêzî 12 hezar kes li Kampa Rustem Cûdî dijîn. Ew 21 sal in ku li Mezmurê ne û jîyana wan hemu li ser Herêma Kurdistanê ye, taybetî li ser Hewlêrê jîyana xwe bi kirêkarîyê derbaz dikin.”

Bozan dide zanîn ku nêzî 500 kes, ew 20 rojin ku neçûne ser karên xwe û ew di hêla aborî de pir zehmetî dikşînin.

”Gelê Mexmurê herwiha di warê tendirustî de zehmetî dikşîne jiber ku bi piranî bo dermankirinê diçûn doktor û nexweşxaneyên Hewlêrê.”

Bozan dîyar kir ku wan xwest xwe bigehînin parlamana Herêma Kurdistanê û dezgehên rêvebirinê û ewlehîyê, lê hewilên wan bê encam mane.

Wî bi berdewamî got ku ewê di rojên were de hewil bidin ku bo çareserkirina pirsê, danûstandinan bi konsulxaneyên curbicur û sazîyên navnetewî berdewam dikine.

EZ_08_06_2019_Kampa_Mexmur
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:33 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG