Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kanada dê Hilcivîna Koreya Bakur li Dar Keve


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevtaya wî ya Kanadayî Chrystia Freeland, li Ottowa ya paytaxta Kanada di preskonferanseke hevpar de dîyar kir ku ewê ser kêşeya Koreya Bakur hilcivînekê li dar xînin.

Wezîran da zanîn ku ewê nûnerên ji Japonya û Koreya Başûr jî beşdarî hilcivînê bibin.

Wezîra Derve ya Kanada Freeland dîyar kir ku bo kêşeya Koreya Bakur çareserîyeke dîplomatîk pêwîst e û ew bawer dikin ku çareserî pêkan e.

Hilcivîn dê di 16’ê Rêbendana 2018’an de li Vancouver li dar keve. Tillerson da zanîn ku bi hilcivînê ew dixwazin zextan li ser Koreya Bakur zêde bikin ku bo bernameya navokî danûstandinan bike.

‘’Em peyama hevpar ya civaka navneteweyî ji Koreya Bakur re dişinin: Em we wek neteweyekê çekên navokî napejirînin. Siyaseta me hemîyan eynî û armanca me jî yek e. Ew jî pûçkirina çekên navokî yên li Nîvgirava Kore ye’’ Tillerson got.

Tillerson dîyar kir ku armanca wan bi Koreya Bakur re danûstandin e û Qesra Sipî jî piştgirîyê dide danûstandinên dîplomatîk.

XS
SM
MD
LG