Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Profesora Kanadî Azad Kir


Îran dibêje, wê profesoreke Kanadî yê bi eslê xwe Îranî azad kir, ku jiber tawanên girêdayî ewlekarîyê girtî bû.

Berdevkekî wezareta derve ji ajansa IRNA re got ku Homa Hoodfarwas bi sedemên mirovahî hatiye berdan.

Hoodfar a 65 salî li Zanîngeha Concordia ya li Montrealê mamoste bû û ew di 6ê Hezîranê de, piştî serdana xwe ya Zindana Evin ya Tehranê hatibû girtin.

Malbata Hoodfar ragihandibû ku hikûmeta Îranê dest danabû ser pasaporta wê û qedexe kiribû ku Hoodfar ji Îranê derkeve.

Hêjayî balkişandinê ye ku Îran pênasînê bi hemwelatîbûna dualî nake û jiber sedemên ewlekarîyê jimareke kesên xwedîyê dual-hemwelatîyê desteser kirine.

XS
SM
MD
LG