Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ji Karantînayê Derket


Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ji karantînayê derket.

Trudeu, piştî ku testa vîrusa korona ya xanima wî pozîtîf derketibû di 12’ê Adarê de xwe kiribû karantînayê.

Li dû 14 rojên karantînayê jî Trudeau xebatên xwe ji malê domandibûn.

Wî dîyar kir ku ewê piranîya xebatên xwe ji malê bidomîne lê ewê beşdarî civînên wezîran bibe.

Wezîrên Kanada di civîna îro Çarşemê de dê ser tedbîrên bo aborîyê biaxifin.

Parlamana Kanada civînên xwe rawestandibûn.

Trudeau ji parlamanan re gotibû ku ew dikarin bi rêka vîdeokonferans kom bibin û dîyar kiribû ku bi wî awayî parlamên li dûr jî dikarin beşdarî civînan bibin.


XS
SM
MD
LG