Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Vaksîna Vîrusa Korona ya Moderna Dipejirîne


Wezareta Saxlemî ya Kanada bi daxuyanîyekê ragihand ku wan vaksîna vîrusa korona ya Moderna, ku kompanîyeke Amerîkî ye, pejirandiye.

Li gor daxuyanîyê ew vaksîna Moderna bo karanîna Kanadîyan ewle ye û bi bandor e.

Kanada du hefteyên berê jî bo karanîna vaksîna Pfizer û BioNTechê destûr dabû.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau jî ji medya civakî pejirandina vaksîna Moderna ragihand.

Moderna dê heta dawîya vê mehê 168,000 vaksîn bide Kanada û li gor peymanê dayîna vaksîna dê di 48 saetan de destpê bike.

Heta dawîya sala 2021’an Kanada dê 40 mîlyon vaksîn ji Moderna bistîne.

Trudeua jiber sitandina vaksînên zêde hatibû rexne kirin, lê wî dîyar kir ku ew dê pirtir ji 400 mîlyon vaksîn bistînin û piştî karanîna hemwelatîyan ew dê yên bidin dewletên din yên cîhanê.

XS
SM
MD
LG