Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kandîdayên Komarî Xwe bo Dengdana Berahî li New Hampshire Amade Dikin


Kandîdayên Komarî Xwe bo Dengdana Berahî li New Hampshire Amade Dikin

Kandîdayên Komariyên Amerîka bo serokatiyê mistûmirên rastûxwe diken berî ku dengdana berahiyê ya komariyan Roja Sêşemê li wilayeta New Hampshir birêve here.

Şeş kandîdên komarî dê Şemîyê bi şev û yêkşemê sipêdê beşdarî wê miştûmira rû bi rû bibin.

Ewa jî dibin yêkim bas û miştûmira wan ji demê ku dengdana berahiyê li wilayeta Iwoa hate kirin, ya tê de fermandarê berê Massachusetts, Mitt Romney serkeftin bi dest anî, piştî tinê bi 8 dengan ket pêş senator berê Rick Santorum ji wilayeta Pennsylvania.

Roja Inî Romney got li dawiyê hemî kandîdayên komarî dê pişta yek berbijar bigrin ku berêkanêya Serok Barak Obama bike.

Hejî gotinê ye ku li gor ravergirtinên giştî Mitt Ramney li wilayeta New Hampshire jî li pêşîyê ye.

XS
SM
MD
LG