Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kansas City Chiefs Piştî 50 Salan Bû Şampîyona Lîga Futbola Amerîkî


Kansas City Chiefs di maça Super Bowl de San Francisco 49ers bi skora 31 – 20 têk bir û bû şampîyon.

Maça fînalê li Stadyuma Hard Rock ya li Miami ya Florida hat lîstin.

Ji stadyumê 65000 kesan, ji televîzyonê bi deh mîlyonan kesan maça di navbera Kansas City û San Francisco 49ers temaşe kir.

Kansas City bi têkbirina San Francisco 49ers piştî 50 salan bû şampîyon.

Di navberên maçê de Shakira û Jennifer Lopez stranên xwe gotin.

Patrick Mohames yê Kansas City, ku xelata futbolvanê herî baş yê maçê (MVP) sitand, got ku ‘’Me bi ti awayî dev jê berneda’’

Antrenorê Kansas City Andy Redi jî ji rojnamevanan re kêfxweşîya xwe dîyar kir ku ‘’Ew serketin tiştekî pir xweş e.’’

Maça şampîyonîyê ya Suber Bowl ji 1967an vir ve tê lîstin.

XS
SM
MD
LG