Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kar Bo Dadgehîkirina Seyf el-Îslam Qezafî Dihête Kirin


Kar Bo Dadgehîkirina Seyf el-Îslam Qezafî Dihête Kirin

Hikûmeta demkiya Lîbya xwe amade dike ku le gel Dadgeha Gunehkariyên Navneteweyî danûstandinê bike serbaret hindê ka dadgehîkirina Seyf el-Îslam Qezafî, kurê dîktatorê berê Muamer Qezafî, ku hatiye girtin li kîve birêve biçit.

Dozgerê ICC Luis Moreno Ocampo dibêje ew dê di nav heftiyekê de seredan Lîbyayê bike bo hindê li ser rêkxistina dadgehekê gotûbêjê bikin.

Zelamên milîşyayên Lîbya ji bajarê Zîntan li başûra welatî Seyf el-Îslam serê sipêda roja Şembî li biyabanekê li başûra welatî girtin. Desthilatdarên hikûmeta demkî ya Lîbiya piştî hingî ew bi balefirekê berev Zîntan veguhast.

Hinek karbidestên Lîbya dane zanîn ew dixwazin dadgehîkirina korê Muamer Qezafî li Lîbya birêve biçit.

Dozgerê ICC di nav heftiyekê de dê serdana Lîbya bike bo hindê li ser rêkxistina dadgehekê gotûbêjê bikin.

XS
SM
MD
LG