Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta li Nagorno Karabax Berdewam Dike


Taneke artêşa Karabaxî

Hêzên Azerbaycanî û yên Ermenîyên etnîkî dibêjin, ew bi agirbesta li Nagorno Karabax pêbend in ku piştî şerên çar rojan li herêmê do hatibû ragihandin.

Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê ragihand ku hêzên wê şertên agirbestê pêk tînin.

Di şerên navbera her du alîyan de, ku ji sala 1994an vir ve şerên herî dijwar bûn, herî kêm 60 kes hatibûn kuştin.

Hêjayî gotinê ye, Nagorno-Karabakh di hindurê Azerbaycanê de cîh digire lê di bin kontrola Ermenîyên etnîkî û artêşa Ermenistanê de ye.

XS
SM
MD
LG