Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku çekdarên DAIŞ'ê li rojhilata Reqa êrîşî şervanên HSD'ê kirin û jimareke kes revandin.
SOHR da zanîn ku di encama pevçûnan de kuştin di nav sîvîl û şervanên HSD'ê jî hene. Êrîşa DAIŞ'ê li devera el-Karama qewimî ku kampeke penaberan li wê derê hatibû danan.
Karbidestekî Kurd êrîş ji Reuters'ê re piştrast kir, lê ti hurgilî neda.
HSD piranî ji YPG'ê ya Kurdî pêk tê û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî bi êrîşên esmanî piştgirî dide wê.
HSD aniha operasyona rizgarkirina bajarê Reqa didomîne û berdevka wê Cîhan Şêx Ahmed do Pêncşemê ragihandibû ku 50 ji sedê bajêr ketiye bin kontrola wan.