Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî û Îsraîlî li Ser Îranê Danûstandinê Dikin


Karbidestên Amerîkî û Îsraîlî li Ser Îranê Danûstandinê Dikin

Karbidestê piayabilind yê leşkerê Amerîka roja Înê li pişt dergehên daxistî li gel rêberên Îsraîl danûstandin pêk anî ka çawa serederîya bi programa navokîya Îranê ya kêşebar re bikin, ya her du welat ditirsin bo çêkirina çekên navokî bê kar anîn.

Serokê Stûnên Hevbeş yê Amerîka, General Martin Dempsey, ligel Serokwezîrê Îsraîl Bejamin Netanyahu û Serokê welatî Shimon Peres û Wezîrê Berevanîyê Ehud Barak û Qomandarê Leşkerî Benny Ganz kom bû.

Pêzanînên gelek kêm li ser wan civînan belav bûne, lê ragihandina Îsraîl raport da ku dihat çaverê kirin karbidestên Amerîkî daxwazê ji Îsraîl bikin çi êrîşek leşkerî ya berî wextê û ji nişkave neke ser Îranê. Îsraîl hîn ew bijare ku egera wê hebe, veder nekirîye.

Hejayî gotinê ye, Amerîka li cîhê êrîşek leşkerî ya ji wî awayî, pirtir dixwaze sezayên tundtir li dijî Îranê birêve bibe.

XS
SM
MD
LG