Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestek Felestînî: Abbas Rijde li ser Bizava Xwe bo Endamîya Felestînê li NY


Karbidestek Felestînî: Abbas Rijde li ser Bizava Xwe bo Endamîya Felestînê li NY
Karbidestek Felestînî: Abbas Rijde li ser Bizava Xwe bo Endamîya Felestînê li NY

Karbidestekê Felestînî Dibêje Serok Mehmoud Abbas roja Înê dê bi fermî ji Civata Tenahî ya Neteweyên Yêkgirtî bixwaze da pênasînê bi Felestînê bikin weku endamek herdem li Civata Tenahîyê, herçende Serokê Amerîka Barack Obama gef kirye ku biryarek weha vîto bike.

Ajansa peyamên Wafa ya desthilatdariya Felestînî roja Pêncşembî li ser zarê Yassar Abed Rabbo ragehand ku dibêje Serokê Felestînî di wê bawerê de ye ku bizava wan bo endamiyê li Neteweyên Yêkgirtî nabîte asteng di rêka danûstandinên aştîyê yên rijd digel Îsraîlê.

Karbidestên Amerîkî dibêjin Serok Obama gote rêzdar Abbas ku Washington dê daxwaza Felestînê vîto bike heke li Civata Tenahiyê dengdan li ser hat kirin. Herdu rêber roja Çarşembî li dervey komûna Civata Giştî ya Neteweyên Yêkgirtî li New York kom bûn.

Di gotarekê de beramberî Civata Giştî roja Çarşembî, rêzdar Obama got dewletek Felestînî dê bi rêka danûnstandinên rastewxwe navbera herdu alîyan hête dest, û ne bi rêka gotar û biryaran li Neteweyên Yêkgirtî.

Dîplmatên Amerîkî û Ewropî li New York bizavên xwe yên dawî dikirin da çi kêşeyên dîplamtî nebin jiber bizava Felestînê bo endamîyê û ku rêkê li zîyanê bigirn heke Felestînîyan ew daxwaz kir.

XS
SM
MD
LG