Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî Neteweyên Yekbûyî ligel Rêberên Maldîvî Dicive


Piştevanên opozîsyonê li Meydana Komarê xwepêşandanê dikin. Bajarê Male, Maldîvan, Sîbat 7, 2012. (AP)

Karbidestê bilind yê Neteweyên Yekbûyî, Oscar Fernandez-Taranco îro Înîyê çû Girava Maldîvan e ku danûstandinan ligel serokê niha û berê bike û kêşeya heyî bi rêkên aştîyanê çareser bike.

Oscar Fernandez-Taranco got, divê "hemî aktorên sîyasî aram bin û rê li ber hemî rengên tunûtûjîyê bigrin."

Dadgeheke tawankarî li Girava Maldîvan roja Pêncşemê fermana girtina rêberê berê yê wî welatî, Mihemed Naşhîd derxistibû. Ew biryar rojekê piştî pevçûnên navbêra polîsan û alîgirên Naşhîd hatibû ku li seranser giravê qewimîbûn.

Birêz Naşhîd rêberê yekê bû do dîroka Maldîvanê ku bi rêbazên demokratîk hatibû hilbijartin.

Ew îdîa dike ku bi darbeyeke leşkerî ji seroktîyê hate dûr xistin û li paş wê derbeyê Serokê niha Wahîd Hasan heye. Lê, cîgirê Naşhîd, Wahîd Hasan ku li şûna wî bibû serok, îdîayên wî red dike.

XS
SM
MD
LG