Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Afganî: Kuştina Rabbanî li Pakistanê Hatiye Plan Kirin


Karbidestên Afganî: Kuştina Rabbanî li Pakistanê Hatiye Plan Kirin
Karbidestên Afganî: Kuştina Rabbanî li Pakistanê Hatiye Plan Kirin

Karbidestên zaniyariya Afganistanê dibêjin wan belgeh dane Pakistanê ku kuştina serokê berê yê Afganî, Burhanuddîn Rabbani, meha bihûrî, li Pakistanê hatiye plan kirin.

Peyvdarek dezgehê zaniyariya Afganistanê roja Şembî got, ew pêzanîn û belgeh nîşan didin ku kuştina rêzdar Rabbanî li nêzîk bajarê Quetta yê Pakistanê hatiye plan kirin.

Wî peyvdarî got wan hindek kes girtine ku dest hebûne di plana kuştina Rabbanî de ku kuştina wî bi rêberên Talîban ve girê dane.

Lê, peyvdara Pakistanê gote Dengê Amerîka ku karbidestên Afganî çi pêzanîn li ser wê kuştinê nedane Pakistanê.

XS
SM
MD
LG