Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karkerên Kurd Yên Zevîyan di Cejnê de jî Dixebitin


Li bajar û gundên Kurdan bi hezaran mirov jibo debara mala xwe bikin, mehên havînê berê xwe didin bajarên bakurê Tirkîyê û bi sedan kîlometre ji malên xwe dûr di şert û mercên pir zehmet de, di zevî û baxçeyên fêkîyan de dixebitin.

Di van salên dawî de, di berevkirina fêkîya findiqan de hejmara karkerên Kurd pir zêde ne. Meha heştan, dema berevkirina findiqan e û di vê mehê de bajarên Ordû, Giresûn û Adapazarîyê, zevî tuneye ku karkerek kurd têde neşuxule. Karkerên zevîyan, bi yewmiyeke pir hindik rojê 13-14 saet duşuxulin.

Derwêş û Serap Çelenk ji gundê dora Dîyarbekirê ne û hevjîn in. Karkerên ciwan, tevî zaroka xwe ya 1,5 salî, di meha remezanê de çûn Adapazarîyê da ku findiqan berevkin.

Karkerên Kurd destnîşan dikin ku jibo debara jîyana xwe ew mecbûr in ku roja cejnê jî bixebitin.
XS
SM
MD
LG