Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Qedexe Kirina Serpoşiyê li Dadgehan li Gor Yasayê Ye


Avahiyê Dadgeha Fedral ya Almanya li Karlsruhe

Dadgeha Fedrala Almanî roja Pêncşemê biryara qedexe kirina serpoşîya jinên rahêner yên Misliman li dadgehên Almanya erê kir,

Li gor biryara 7-1 dadgeha fedral ya Almanî dibêje, her çende ev biryar li dij azadiya olî ya jinê ye, lê jibo pêgirîya yasayî ku "rewişta bêalî" nîşan bidin ev biryar hatîye standin, eger ku Îdlojî yan jî olê wan çi be.

Li eyaleta Hessen yasa rê dide ku jin bi serpoşî li hola dadgehan li gel çavdêran amade bibin, lê wan maf nîne weke dozger pêşengiya dozan bikin û daxwaza şahid û belgeyan bikin.

Li ser astê Almanya, heta niha qedexekirina serpoşiya li dij jinên karmend di xizmetên sivîl da nîne, lê tevgeriyan li hember serpoşiyê li Almanya ji eyaletekê bo yek din tê guhertin.

Biryara dawî ya derbarê qedexe kirina serpoşiyê roja Pêncşemê li bajarê Karlsruhe yê rojavayê Almanya derket, ku bingeha dadgeha bilin ya fedral li wî bajarî ye.

Li Almanya li kêleka serpoşiya asyayî ya jinên misliman, li salên dawiyê lixwe kirina Niqabê jî tê dîtin ku tenê çavên jinan tên xweya kirin wek din simayê wan her hemû veşartî ye, ku gelek caran, derbirînê ji aligîya siyasî û oldarî ya tundrê û selefiyan dike, û jinên ku ligel wan tevgerên olî û siyasî di hevsozin.

XS
SM
MD
LG