Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koroglu Karaaslan Baştirbûna Peywendîyên Herêma Kurdistanê û Tirkîyê Dinirxîne


Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê roja Yekşemê ragihand ku ew dixwaze li Tebaxa 2013'an bi rêya lûleyên nû yên petrolê ku nefta herêmê bi Tirkîyê ve girê didin, dest bi şandina neftê bike.

Aştî Hewramî, Wezîrê Jêderên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê di konferanseke navneteweyî ya enerjîyê de roja Yekşemê, li Hewlêrê got, li Tebaxa 2013’ê Herêma Kurdistanê dikare rastexwe nefta xwe bişîne derveyê.

Her wiha, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di gotarekê de li konferansa Hewlêrê got ku neft û gaza Herêma Kurdistanê jibo dabînkirina enerjîya cîhanê wê roleke girîng bibîne.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, berpirsê Weşanxaneya Doz'ê Koroglu Karaaslan peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê dinirxîne û peymana nû ya li ser enerjîyê şîrove dike.

Birêz Koroglu dibêje, di berjewendîya Tirkîyê de ye ku têkîlîyên xwe bi Herêma Kurdistanê re baştir bike û dilê piranîya Kurdan şa ye ku rêberên Kurdan ji alîyê karbidestên Tirk ve bi germî têne pêşwazî kirin.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin” a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG