Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwaneke Nû ya Koçberan ji Amerîka Navîn bi Rê Ket


Karwaneke nû ya bi qasî 3000 koçberan ji Amerîka Navîn ber bi Amerîka ve bi rê ket.

Koçberan hewil dan ku di ser pirê re ji Guatemala derbazî Meksîko bûn, lê polîsên Meksîko derîyên sînor girtin.

Di navbera polîs û koçberan de car bi car girjî çêbûn.

Hikûmeta Meksîko piştî peymana bi Amerîka re, bo koçberên ji Amerîka Navîn derbazî Amerîka nebin, tedbîrên tund distîne.

Karbidestên Guatemala didin zanîn ku ji roja Çarşemê vir ve bi kêmî ve 4000 kes ji Hondurasê ketin welatê wan.

Piştî peymana dijî koçberîyê cara pêşî ye ku komeke wisa mezin bi rê dikeve.

Di 2018 û 2019’an de bi hezaran kes astengên Meksîko derbaz kiribûn û hatibûn ber sînorê Amerîka.

Polîsên Meksîko di sala 2019’an de bi sedan koçber jî girtibûn.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ger Meksîko û welatên Amerîka Navîn rê li ber koçberan negirin ewê dijî wan cezayên aborî ragihîne.

Amerîka û Meksîko, di meha Hezîranê de piştî danûstandinên sê rojan li ser peymanekê li hev kiribûn.

Li gor peymanê, Meksîko tedbîrên li sînor tundtir kiribû û Amerîka jî bacên gumrukê zêde nekiribû.

XS
SM
MD
LG