Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwaneke Din ya Koçberan ji Hondurasê bi Rê Dikeve


Ji Hondurasê karwaneke koçberan, ku hejmara wan di navbera 600 û 800 kes de diguhere, bi otobusên biçûk û meşê bi rê ket.

Koçber didin zanîn ku ew jiber feqîrî û tundûtûjîya li welatê xwe direvin û hewil didin ku bikevin hindurê Amerîka.

Koma dawî ya koçberan dê mîna komên berê herin Tijuna ya Meksîko ya li sînorê Amerîka yan dê herin cîhekî din hîn eşkere nebûye.

Karbidestên Hondurasê radigihînin ku 2500 kesên di komên berê de hîn li Tijuna ne û li gor daneyên wan 7000 kes bi şûnde vegerîyane Hondurasê.

Serokê Amerîka Donald Trump gelek caran dîyar dike ku ew nahêlin ku koçber bi rêkên neqanûnî di hindurê Amerîka kevin.

Bi fermana Trump hin yekîneyên Amerîkî bo ewlekarîyê li sînorê Meksîko hatine bi cîh kirin.

XS
SM
MD
LG