Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwana NATO li Pakistanê Rastî Êrîşan Hat


Serbazekê Pakistanî li bajarê Mîran Şah, paytexta Wezîristana Bakûr.
Serbazekê Pakistanî li bajarê Mîran Şah, paytexta Wezîristana Bakûr.

Li Pakistanê mîlîtanan roja Duşemê erîşî jimareke armancên hikûmet û NATO'yê kirin.

Rêveberên polîsan li nêzîkî Peşawar gotin, mîlîtanan gule barandin ser tankerên NATO'yê ku neft dibirin jibo hêzên li Afganîstanê. Polîs ragihand, di êrîşê de bi kêmî ve du kes birîndar bûn ku yek ji wan ajotvanek e û yê din jî, alîkarê wî ye.

Di bûyereke din de, bombevanekî xwekuj du polîs kuştin û pênc polîsên din jî birîndar kirin, li bajaroka Swabi ya bakûra rojavaya Îslamabada paytaxt. Polîs da zanîn, êrîşvan xwe li nêzîkî avahîya polîsan peqand û di peqînê de, êrîşvanekî din jî hate kuştin.

Talîban berpirsîya êrîşa li eyaleta Khyber-Pakhtunkhwa ragihand û got, wan jibo tolhildana êrîşên esmanî yên firokên bêmirov êrîş pêk anîye.

Li alîyê din, karbidestên îstîxbaratî yên Pakîstanî gotin, di encama êrîşa berguman ya firokên bêmirov de pênc mîlîtan li herêma eşîrî ya Wezîristana Bakûr hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG